Di êrîşa Îsraîlê de 16 çekdarên ser bi Îranê ve hatin kuştin û birîndarkirin
Di encama êrîşa Îsraîlê li ser binkeyên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranî li Sûriyê de, 16 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşa Îsraîlê li ser binkeyên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranî li Sûriyê de, 16 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê şeva bûrî komgehên rêjîma Sûriyê û binkeyên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li başûr û başûrê rojavayê bajarê Şamê mûşekbaran kirin.
Rewangehê da zanîn, Di encama êrîşê de 5 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê hatin kuştin û 4 çekdar û 7 endamên hêzên rêjîma Sûriyê birîndar bûn, birînên hinan giran in.
Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, sîstema berevaniya esmanê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû û hejmarek ji mûşekan berî bigihin armancên xwe xistin xwarê.
Ji heyama mehekê ve, binkeyên mîlîşyayên Îranê Sûriyê gelak caran rastî êrîşên Îsraîlê hatin û herî dawî roja 28ê meha bûrî li Bokemalê bû, ku di encamê de 9 çekdarên ser bi Îranê ve hatibûn kuştin û hejmarek jî hatibûn birîndar bûbûn.
S. B