Werzê çinîna zebeşê Diyarbekırê dest pê kir

Cotkar dibêjin: Îsal berhemê zebeşê Diyarbekirê gelek baş e.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê werzê zebeşî dest pê kir. Li gorî gotina cotkaran îsal berhemê zebeşê Diyarbekirê gelek baş e û ji donimê 10-11 ton zebeş tê komkirin. Cotkar amaje dikin ku ew çaverê ne îsal ji herêma Diyarbekirê 170 hezar ton zebeş berhem bînin.

Bi sedsalan e navdartirtîn zebeşê cîhanê li Diyarbekirê tê hilberîn. Îsal jî werza berhevkirina zebeşê navdar dest pê kir. Li deşta Diyarbekirê îsal li ser 45 hezar donim cotkariya zebeşî tê kirin. Cotkar ji berhemê îsal keyfxweş in û dibêjin ew ji donimekê 10 -11 ton zebeş berhev dikin. Cotkar Adil Aydin amaje dike ku; bi tam û aroma û rengê xwe zebeşê Diyarbekirê bêhempa ye û îsal li deşta Diyarbekirê bi sedan cotkar karê zebeşî dikin.

Cotkar Adîl Aydin dibêje: “Dema ku navê Diyarbekirê tê gotin zebeşê Diyarbekirê tê bîra mirov. Ev zebeş bi navûdeng e. Bi reng û tama xwe xwedî taybetmendî ye û li cihekî din tine ye. Xwedê axeke taybet daye vir û tava vir jî zêde ye û ji bo cotkariya zebeşî gelek baş e. Ji ber vê yekê zebeşê Diyarbekirê bi navûdeng e.”

Zebeşê Diyarbekirê yek ji sembolên bajêr e. Li gorî ragihandina cotkaran, ji beriya sedsalan zebeşê Diyabekirê nêzî 100 kîloyan diavêt û lê belê ji ber bikaranîna derman û guhertina şert û mercên keşûhewayê êdî ew zebeşên mezin nemane. Da ku zebeş mezin bibin cotkar, şitla zebeşî li ser ya kulindî patrome dikin û zebeş li ser koka kulindî mezin dibe. Cotkarên dibêjin; deşta Diyarbekirê guncan e û lêçûnên wê kêmtir in û ji ber baran û ava têr jî îsal berê zebeşî gelek baş e.

Cotkar Murat Elvan got: “Ez ji Edeneyê hatime û nêzî 12 salan e li deşta Diyarbekirê cotkariyê dikim. Me li ser 600 doniman zebeş çandiye. Îsal gelek baş bû. Li gorî Edeneyê lêçûnên vê derê kêmtir in.  Li Edeneyê zebeş 3-4 caran tên dermankirin lê belê li vê derê em tenê carekê derman dikin û lêçûnên me kêmtir dibin. Deşta Edeneyê êdî ji ber dermanan westiya ye lê axa vê derê baş e.”

Cotkar Mustafa Karabulut diyar kir: “Piştî ku mirov tovê zebeş biçîne di 100 rojan de zebeş berhem tîne. Lê divê mirov bi baldarî cotkariya zebeşî bike û dermanên gezo û kermêşê di dema wê de lêbike. Heger mirov baş li zebeşî nenêre zebeş nayê berhemanîn. Divê mirov di dema wê de zebeşî jê bike, heger mirov di dema wê de zebeş necine nava wê xirab dibe û nayê xwarin û welatî nakirin.”

Cotkarên ku di nav zorî û zehmetiyan de zebeşan berhem tînin li ser zeviyê kîloya wî bi 50 qurîşî didin. Li bazarê kîloya zebeşî bi lîre û nîvê û li marketan jî bi 2 lîreyî tê firotin.  Zebeşê ku ji ber bazirganiyê tê çandin 10-15 kîlo diavêje û niha tê çinîn lê belê zebeşê resen yê Diyarbekirê li berava Çemê Dîcleyê li nav zeviyên xîzê tê çandin û 50 kîloyan diavêje û di meha Îlonê de tê çinîn. Zebeşê Diyarbekirê li bazarên navxweyî û navdewletî tê firotin. Ji aliyê cotkariya zebeşî ve, Diyarbekir di nav 81 bajarên bakur û Tirkiyeyê de di rêza 5emîn de cih digire.  Tê çaverêkirin ku di meha Îlonê de pêşbirka zebeşê Diyarbekirê were kirin.