Rûsya û Tirkiyê ji bo agirbesta li Lîbyayê lihev dikin
Rûsya û Tirkiyê di derbarê rewşa Lîbyayê de lihev dikin ku divê krîza serbazî ya Lîbyayê, bi riyên siyasî û guftgoyan bê çareserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya û Tirkiyê di derbarê rewşa Lîbyayê de lihev dikin û radigihînin, divê krîza serbazî ya Lîbyayê bi riyên siyasî û guftgoyan bê çareserkirin.
Wezareta Derve ya Rûsya û Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, herdu alî tekeziyê li serwerî û serxwebûna û yekîtiya Lîbyayê dikin û herdu alî dibînin ku krîza serbazî ya li Lîbyayê tenê bi riyên siyasî di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de tê çareserkirin.
Diyar kir jî, Rûsya Tirkiye dê rûbirûyî grûpên terorist yên li gor lîsta Netewên Yekgirtî hatine diyarkirin bibin û du herdu alî hevkariyê ji bo peydakirina aramiyê û rewşa mirovî bikin.
Herwiha herdu alî li ser hejmarek ji xalan lihev kirin, ji wan jî: Piştevaniya diyaloga Lîbî – Lîbî li gor biryarên Kongreya Berlînê û hevrêziya ligel Netewên Yekgirtî bikin.
Herdu alî dê rêkarên pêwîst bigirin ber, ji bo hevkariyên mirovî bigihin xelkê Lîbyayê.
Di xaleke din de hatiye, Rûsya û Tirkiyê grûpeke kar ya hevbeş derbarê Lîbyayê de pêk bînin û dê di demeke nêzîk de jî li Moskoyê bicivin.
S. B