Li Polîvya Koronayê karesat durist kirîye û terim li ser cadeyan ketine
Di dema tenê 5 rojan de 400 terim li ser cade û di nav malan de li Polîvya hetin rakirin ku 85% ji wan bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.
K24- Hewlêr
Di dema tenê 5 rojan de 400 terim li ser cade û di nav malan de li Polîvya hetin rakirin ku 85% ji wan bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.
Polîsên polîvîya roja, Sêşembîyê 21/7/2020 amareka metirsîdar aşkera kir, ragehand, di navbera 15-20 vê mehê me 400 terim li seranserî welat ji erdê rakirine.
Li gor zelalkirina Êvan Royas, rêveberê nîştîmanî yê hêzên polîsên Polîvya, 191 terim li bajarê Koçabamba li naverasra welat hatine helgirtin, 141 terim li bajarê Lapaz, û 68 jî li Santa Kiroz ku navçeyeke dikeve rojhelata wî welatî û 61 hezar kes têde tuşî Koronayê bûne.
Herweha 11 terim li Potosî (başûrê rojavayê Welat) hatin rakirin. 9 term jî li Şoyoyîsaka, bi giştî 85% ji wan terman yên wan kesan bûn ku nîşaneyên Koronayê hebûne.
Li gor nivîsîngeha tyaybet bi amarên Koronayê li Polîvya, heya niha ew nexweşî gelek bilez li Lapaz û Koçabmba belav dibe.
Hejmara rûniştvanên Polîvya 11 milyon kese, ji destpêka belavbûna Koronayê heya niha 2200 kesan bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane li gor amarên fermî.