Hêzên Hefter firokeyeke Tirkiyê li Sirtê şikand
Artêşa Niştimanî ya Lîbî bi serokatiya Xelîfe Hefter ragihand, wan firokeyeke Tirkiyê ya bêfirokvan li nêzîk bajarê Sirtê xist xwarê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Niştimanî ya Lîbî bi serokatiya Xelîfe Hefter ragihand, wan firokeyeke Tirkiyê ya bêfirokvan li nêzîk bajarê Sirtê xist xwarê.
Efserê di Artêşa Niştimanî ya Lîbî de Mehmûd Mirxenî ragihand, îro berbangê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê ji Misrata rabû û berê xwe da Sirtê ta bêgehên Artêşa Niştimanî armanc bigire.
Mirxenî diyar kir, sîstema wan a esmanî, karî wê firokeyê berî bigihe armanca xwe û pêgehên Artêşa Niştimanî ya Lîbî bombebaran bike, bixînin xwarê.
Çend roj in di navbera hêzên hikûmeta Wîfaq bi piştevaniya Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Lîbî de li eniya di navbera Misrate û ta Sirt û Cifre de sar bûye û ti şerên giran rû nedane.
Ev di demekê de ye, duhî Rûsya û Tirkiyê di derbarê rewşa Lîbya de, li ser 4 xalan gihîştibûn rêkeftinekê û xala girîng ew bû, ku dive krîza Lîbyayê bi riyên serbazî neyin çareserkirin.
S. B