Lîsta welatên niha herî zîyanmend in ji Koronayê
Vayrosa Koronayê heya niha, canên 633 hezar kesan li seranserî cîhanê birîye. Hejmara tûşbûyan jî, 15.5 milyon pêketî derbaz kir, ku piranya wan xelkên Emerîka, Birazîl, Hindistan, Rûsya û Başûrê Eferîka ne.
K24- Hewlêr
Vayrosa Koronayê heya niha, canên 633 hezar kesan li seranserî cîhanê birîye. Hejmara tûşbûyan jî, 15.5 milyon pêketî derbaz kir, ku piranya wan xelkên Emerîka, Birazîl, Hindistan, Rûsya û Başûrê Eferîka ne.
Emerîka li sere lîsta welatên herî zîyanmende ji Vyrosa Koronayê bi tomarkirina 144 hezar haletên mirinê ji encama belavbûn û teşenekirina wê vayros. Hejmara pêketîyan jî zêdetir ji 4 milyon û 38 hezar haletan e.
Birazîl di rêzbenda dûyem de dihêt û Vayrosa Koronayê bûye sedema can jidestdana zêdetir ji 84 hezar kesan. Hejmara pêketîyan jî gehişt nêzîkî 2.3 milyon kesan.
Li gor dawî amarên zanîngeha Conz Hubkinz, evro Heynîyê, Birîtanya di rêzbenda sêyem de dihêt di lîsta welatên herî zîyanmend bi Koronayê, bi tomarkirina 47 hezar haltên can jidestdanê û 300 hezar haletên pêketinê.
Di van rojên dawîyê de jî, amara mirinê li Meksîkê gelek zêde bûye û hejmara mirîyan gehande nêzîkî 42 hezar kesan. Herweha ji destpêka belavbûna Koronayê zêdetir ji 370 hezar haletên pêketinê bi vayrosa Koronayê hatine tomarkirin.
Îtalya jî, di rêzbenda Pêncem de dibînin bi can jidestdana 35 hezar kesan bi sedma wê nexweşîyê û hejmara pêketîyan jî 245 hezar derbaz kirîye.
Hindistan jî ku di van rojên dawîyê de hejmara pêketîyan gelek zêde bûye, bi tomarkirina 30 hezar haletên mirinê û nêzîkî 1.3 milyon pêketî di rêzbenda şeşem de ye.
Piştî wê Firansa dihêt , bi zêdetir ji 30 hezar haletên mirinê bi Koronayê û pêketina zêdetir ji 216 hezara kesan.
Di rêzbenda heştem de, Ispanya dihêt bi tomarkirina zêdetir ji 28 hezar haletên mirinê bi Koronayê û 270 haletên pêketinê bi wê Vayrosê.
Her çende Rusya ji alîyê hejmara pêketîyan di rêzbenda çarem de ye, bi tomarkirina 800 hezar haletên pêketinê, lê hejmara mirinê li beranber evê rêjeya tûşbûnê gelek kême û kêmtir ji 13 hezar haletên mirinê têd hatine tomarkirin.
Çavik: Zanîngeha Hobkinz