Gelek bilez Korona li Hindistane Belav dibe
Wezareta Tenduristîya Hindistanê tûşbûna 49,3 hezar kesên din bi Vayrosa Koronayê di 24 demjimêrên burî de ragehand. Ev jî hejmara tevaya tûşbûyan li wî welatî digehîne zêdetir ji yek milyon û 287 hezar kesan.
K24- Hewlêr

Li gor Wezareta Tenduristîyê, Hejmara miryan jî bi sedema Koronayê 30,600 kes derbaz kir. Ev di demekê de ye, ku zêdtir ji 440 hezar kes li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Hindistan di rêzbenda sêyem de ye, di nav welatên herî ziyanmend de bi Koronayê û piştî Emerîka û Birazîl dihêt.
Li gor dawî data û amarên fermî yên wî welatî hejmara başbûyan gehiştîye zdetir 817 hezar kesn.