Li Rûsyayê di rojekê de 5871 kes bi Koronayê ketin
Desthilatên Tendirustiyê yên Rûsyayê pêketina 5 hezar û 871 kesên din bi vîrusa Koronayê tomar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilatên Tendirustiyê yên Rûsyayê pêketina 5 hezar û 871 kesên din bi vîrusa Koronayê tomar kirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê amarên 24 demjimêrên bûrî yên haletên Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 hezar û 871 kesên din bi Koronayê ketin û 146 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, li Rûsya hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 806 hezar û 720 kesan, ji wan jî 13 hezar û 192 kesan canê xwe jidest dane.
S. B