15 serbazên rêjîmê li Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin
Di şer û pevçûnên li parêzgeha Idlibê de, 15 serbazên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di şer û pevçûnên li parêzgeha Idlibê de, 15 serbazên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin.
Rewanegaha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê şeva bûrî pêgehên rêjîma Sûriyê li bajarokê Mierit Numan û Çiyayê Kurdan topbaran kirin, lê zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatin zanîn.
Li gor zanyariyên Rewangehê, li gundê Riwêhe yê çiyayê Zawiye bombeyeke vedayî bi hêzeke rêjîmê de teqiya û di encamê de 2 efserên rêjîmê hatin kuştin 3 serbazî jî birîndar bûn.
Diyar kir jî, li çend eniyên cuda ên çiyayê Zawiye, şer û pevçûn di navbera grûpa Desteya Tehrîr El Şamê û hêzên rêjîma Sûriyê de derketin û di encamê de 4 serbaz rêjîmê hatin kuştin û 6 serbaz birîndar bûn.
Li gor hin raportên medyayî, mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê û Îranê ve, li nêzîkî herêmên Seraqib, Mierit Numan û desta Xabê xwe kom dibin û çekên giran jî bicih dikin.
Ev di demekê de ye, roja 5ê Adara bûrî serokên Rûsiya û Tirkiyê li ser agirbestekê li Idlibê lihev kiribûn û ji wê demê ve zêdetir ji 20 gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li parêzgeha Idlibê li ser riya M4 tên kirin.
S. B