Trump bernameya TikTokê qedexe dike

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand; ew dê bernameya medyaya civakî ya bi navê TikTokê li Amerîkayê qedexe bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand; ew dê bernameya medyaya civakî ya bi navê TikTokê li Amerîkayê qedexe bike.

Trump di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser dema qedexekirina bernameya TikTokê diyar kir: “Dibe ku hema îro vê biryarê bidim.”

Rayedarên Amerîkayê ji bernameya TikTokê nîgeran in û vê bernameyê weke sîxurkirina ji aliyê Çînê ve bi nav dikin, lê belê berpirsên TikTokê vê îdiayê red dikin.

Rayedarên Amerîkî dibêjin; hikûmeta Çînê ev bername kontrol kiriye û bi mebesta ewlehiyê bi kar tîne.

Li Amerîkayê 89 milyon bikarhênerên TikTokê hene û ev hejmar her roj zêde dibe.

 

Î.A