Rûsya xwe ji bo belavkirina dermanê koronayê amade dike
Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê ji bo dermanê vîrusa koronayê (Covid-19) ceribandinên xwe yên klînîk temam kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê ji bo dermanê vîrusa koronayê (Covid-19) ceribandinên xwe yên klînîk temam kir û xwe ji bo belavkirinê dermanê koronayê amade dike.
Mihail Muraşko, Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê li Peymangeha Netewî ya Epîdemiyolojî û Mîkrobiyolojî ya Gamaleyayê ragihand; ceribandinên dermanê Covid-19ê bi dawî bûne û ji bo belavkirina wî di meha Cotmehê de, amadekariyê dikin.
Muraşko eşkere kir; bijîşk û mamoste dê yekem kes bin ku derziya li dijî koronayê li xwe bidin.
Ev di demekê de ye ku Amerîka û Brîtanyayê mizgînî dane cîhanê, di dawiya vê mehê de ew dê encamên ceribandinan ragihînin û dermanê koronayê belav bikin.
Niha 100 kompaniyên cuda, ji bo çêkirina dermanê koronayê dixebitin û heta niha ji wan 14 kompanî, hatine qonaxa dawî.
Î.A