Hefter: Lîbiyan tenê şer û kuştin ji Tirkan dîtine

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter radigihîne, gelê Lîbyayê tenê şer û kuştin ji Tirkiyan dîtine, careke din dagîkeriya Tirkan qebûl nakin û ew ê bersivê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter radigihîne, gelê Lîbyayê tenê şer û kuştin ji Tirkiyan dîtine, careke din dagîkeriya Tirkan qebûl nakin û ew ê bersivê bidin.

Xelîfe Xeter duhî li pêş yekîneyeke Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand, “Tirk zêdetir ji 300 salî li Lîbyayê man, gelê Lîbyayê jî ji bilî şer, kuştin, dizî û talan ji Tirkan nedîtin.”

Herwiha Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê get jî: Em li hemberê ne, derkirina wan armanca me ya sereke ye. Em dagîrkeriyê qebûl nakin. Me ew carekê nas kirin, careke din jî qebûl nakin bên dagîrkirin”.

Hefter tekez kir jî: Em ê bersiva dagîrkeran bidin. Ti welat ji grûpên çeteyan re nîn in”.

Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê bi serokatiya Fayiz Serac, hejmarek ji serbazên Tirkiyê û nêzîkî 8 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê û şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter dikin.

Di dema bûrî de jî, girjî û aloziya li ser herdu bajaran Sirt û Cefrayê zêde bûne. Di wê derbarê de jî, Parlemana Misrê bi bihaneya parastina ewlehiya niştimanî, şandina hêzên Misrî derveyî welat pesend kiribû.

 

S. B