Firokeyên Îsraîlê 15 çekdarên mîlîşyayên Îranê li Sûriyê kuştin

15 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Sûriyê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

15 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Sûriyê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyeke bêfirokvan a Îsraîlê hejmarek ji pêgehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li bajarokê Bokemal li ser sînorî bi Iraqê re bombebaran kirin.

Rewangehê diyar kir, di wê êrîşa esmanî de, 15 çekdarên mîlîyayên ser bi Îranê ve hatin kuştin ku ew çekdar ji regezên Iraqî bûn.

Ev di demekê de ye, hejmarek ji firokeyên şer yên nenas pêgehên mîlîşyayên Îranê li beyabana Bokemalê bombebaran kirin û hejmarek xal, pêgeh û komkegehên çekan hatin jinavbirin.

Rewangehê tekez kir, çend otombîlên serbazî,  hejmarek kuştî û birîndar ji cihên hatin bombebarankirin, veghastin nava xaka Iraqê.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê Avchay Adraee li Twittera xwe belav kir, 4 kes li nêzîk sînorê bombeyek veda û ji aliyê hêzên esmanî yên Îsraîlê ve hatin armanckirin.

 

S. B