VÎDEO -Teqîneke bihêz paytexta Lubnanê hejand
Li gor medyaya Lubnanê, teqîn li deriyê "Beytul Wasat" ê Beyrûtê rûdaye

K24 – Navenda Nûçeyan
Teqîneke bihêz li Beyrûta paytexta Lubnanê qewimî.
Li gor medyaya Lubnanê, teqîn li deriyê "Beytul Wasat" ê Beyrûtê rûdaye, ku cihê niştecîbûn û mana Se'd Herîrî, Serokê Berê yê Lubnanê ye.
Medyaya Lubnanê amaje bi yekê kiriye ku dengê teqînê li temamê Beyrûtê hatiye bihîstin.
Derbarê vê mijarê de kanala LBCI ragihandiye; Se'd Herîrî bi silamet e û di peywendiyê de ye li gel dostên xwe û her kesî bi selametiya xwe dilniya kiriye.
Herwiha medyaya Lubnanê eşkere kiriye ku teqîn li depoyeke teqemeniyên şahiyê rûdaye.
Li aliyê din Hemed Hesen, Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê ji kanala LBCyê re ragihandiye; di encama teqînê de hejmarek welatî birîndar bûne û zirarên madî derketine holê.
Î.A