Hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê nêzîkî 100 kesî dibe

Di encama teqîna êvara bûrî ya Beyrûtê de, nêzîkî 100 kesî canê xwe ji dest dan û nêzîkî 4 hezar kes jî birîdar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqîna êvara bûrî ya Beyrûtê de, nêzîkî 100 kesî canê xwe ji dest dan û nêzîkî 4 hezar kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê Hemed Hesen ragihand, di encama teqînê de, 78 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 4 hezar kesî jî birîndar bûn. Di heman demê de jî hejmarek kes jî heta niha winda ne.

Ji aliyê xwe ve, Xaça Sor a Lubnanê ragihand, di encama teqînê de zêdetir ji 100 kesî hatine kuştin.

Teqîna duhî ya Beyrûtê bi awayekî bihêz bû, li dûriya dehan kîlometran hest pê hat kirin, ev jî bû sedem ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Hejmareke mezin ji welatan peyamên serxweşiyê arasteyî Lubnanê kirin û welatên wek Amerîka, Fransa, Îsraîl û Îranê jî pêşkêşkirina hevkariyê ji wî welatî re nîşan dan.

Li gor zanyariyan, di encama teqîna Lubnanê de hejmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û koçberên Sûrî jî bûn qubanî.

S. B