Trump berûvajî hemû cîhanê, behsa sedemeke din a teqîna Beyrûtê dike
Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Sipî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, teqîna Libnanê ji encama bombeyekê bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Sipî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, teqîna Libnanê ji encama bombeyekê bû.
Serok Amerîka diyar kir, fermandarê Amerîka yên serbazî jê re gotine, ew bawer dikin ku sedema teqîna Libnanê ji encama bombeyekê be, ne teqîna lîstikên agirîne be.
Trump got jî: Fermandarên serbazî ji min baştir dizanin, lê di nerîna wan de, teqîn ji encama êrîşekê li ser Beyrûtê bû.
Berûvajî Trump, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka ji malpera “CNN” re ragihand, ew heta niha piştrast nakin ku teqîn ji encama êrîşekê rû dabe.
Ev di demekê de ye, Serokwezîrê Libnanê Hesen Diyab ragihandibû, 2 hezar ton “Ammonium Nitrate” ku ji bo karên çandiniyê bi kar tê li bendera Beyrûtê teqiya û karesatek çê kir.
Ji encama teqîna duhî ya Beyrûtê, nêzîkî 100 kesî canê xwe ji dest dan, û nêzîkî 3 hezar û 700 kes jî birîndar bûn.
S. B