Li Tirkiyê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 784 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 784 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1178 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 236 hezar û 112 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1015 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 219 hezar û 506 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara nexweşên nû, duh li gor pêr 88, îro jî li gor duh 95 zêde bûye. Di nava 24 demjimêrên dawî de hejmara pişkinînên me nêzîkî 54 hezar e. Hejmara giştî ya pişkinînên me zêdetirî 5 milyon e. Divê em rê li ber encamên nû yên rîskên cejn û betlaneyê bigrin. Pêwîstiya me bi yekbûna tedbîran heye.”

 

Î.A