Hejmara qûrbaniyên teqîna Bêrûdê her zêdetir dibe
K24 - Navenda Nûçeyan: Hejmara qûrbaniyên teqîna li paytexta Libnanê bajarê Bêrûdê her zêdetir dibe. Li gor amarên fermî, heta niha 150 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxûyaniya hikûmeta Libnanê, gelek kes bêserûşûn in. Lewra rojên li pêş me, hejmara qûrbaniyan dê zêdetir bibe.
Wezîrê Tendiristiyê Hesen Hemend, derheqê teqîn û encamên wê de daxûyanî da. Li gor daxûyaniyê, ji 300'an zêdetir kes mane bê mal. 137 kesan jiyana xwe ji dest dane. 5 hazar kes jî birîndar bûne.
Her wiha Serokê Fransa Emmanuel Macron biryar daye ku biçe Libnanê. Ji xeynî Macronî, heta niha çi serokên dewletan biryara serdana Libnanê nedane.
Macron dê li gel rêveberên Libnanê kombûnekê pêk bîne û cihê teqînê bibîne. Piştî daxûyeniya rojnamevanî jî dê vegere Fransayê.
4'ê Tebaxê piştî katjimêr 18.00'ê, li bajarê Bêrûdê ku paytexta Libananê ye teqîneke mezin çêbû. Bi hezaran kes birîndar bûne û canê xwe ji dest dane.
Li gor daxûyaniyên hikûmeta Libnanê, 6 sal in li benderê, bi hezaran ton amonyûm nîtrat tê depokirin. Teqemeniyeke bi hêz e. Ev amonyûm nîtrata pêkhateya kimyayî teqîya. Her wiha amonyûm nîtrat di warê çandiniyê de wekû gûbre tê bikaranîn. bdl