Li Tirkiyê 9 parlementer bi vîrûsa koronayê ketine
Li Parlementoya Tirkiyê 35 karmend bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes ji wan parlementer in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Parlementoya Tirkiyê 35 karmend bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes ji wan parlementer in.
Mustafa Şentop, Serokê Parlementoya Tirkiyê ragihand: “35 karmendên me bi vîrûsa koronayê ketin. Pişkinînên vîrûsa koronayê yên 9 parlementerên me jî pozîtîf derketin. 5 parlementerên me li mala xwe tedawî dibin.”
Serokê Parlementoya Tirkiyê li ser rojevê daxuyanî da û derbarê pêketiyên vîrûsa koronayê yên li Parlemetoya Tirkiyê de zanyariyên herî dawî ragihand.
Mustafa Şentop diyar kir; li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) li Parlementoya Tirkiyê bi hûrgilî pişkinînan encam didin û heta niha hejmara pişkinînên wan gihiştiye 23 hezar û 310an. Herwiha eşkere kir ku rojane nêzîkî 500 pişkinînan encam didin.
Şentop destnîşan kir ku li Nexweşxaneya Parlementoya Tirkiyê, ne tenê li karmend û parlementeran pişkinîn dikin, li gel wan rewşa malbatên wan jî dişopînin.
Serokê Parlementoya Tirkiyê derbarê pêketiyên koronayê yên di parlementoyê de ragihand: “Niha 32 karmendên me li mala xwe di çavdêriyê de ne, karmendekî me jî li nexweşxaneyê ye. 2 karmendên me yên din jî bi koronayê ketine. Hejmara parlementerên me yên ku li mala xwe di çavdêriyê de ne, 5 e. Hejmara parlementerên me yên ku di nexweşxaneyê de ne, 4 e.”
Î.A