Li Tirkiyê rewşa dawî ya vîrûsa koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 798 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 798 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 6ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1153 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 237 hezar û 265 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1040 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 220 hezar û 546 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara nexweşên nû, mirî û nexweşên giran, rêjeya nexweşên bi zatûre; bi hinek cudahiyan, li gor hejmarên duh hinek kêm in. Lê ji van zanyariyan ti yek, derbarê encamên sibe û piştî hefteyekê de garantî nade.”

 

Î.A