Libnan.. Ji encama teqînê hîna 60 kes winda ne

Di encam teqîna Bêrûdê de jî 154 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 5 hezar kesan jî birîndar bûbûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê radigihîne, hîna 60 kesên din ji encama teqîna Bêrûdê winda ne.

Di 4ê Tebaxa 2020an de li bendera Bêrûdê, di depoya hejmara 12an de ku tê de madeyên teqemeniyê hebûn, agir derketibû û piştre teqîneke bihêz qewimîbû, di encamê de jî 154 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 5 hezar kesan jî birîndar bûbûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê jî di daxuyaniyekê de ragihand, hîna 60 kesên din ji encama teqînê winda ne.

Ji aliyekî din ve, medyaya Libnanê diyar kir, hejmarek mezin ji tîmên taybet, wesaitên kolandin û segên perwerdekirî li cihê teqînê li qurbaniyan digerin.

Ev di demekê de ye, Parêzgarê Bêrûdê pêştir ragihandibû, ji ber bihêzbûna teqînê, zêdetir ji 8 hezar xanî û avahî wêrnbûne û zêdetir ji 300 hezar kesî bê xanî û mal mane.

Li gor zanyariyan, di encama teqîna Libnanê de hejmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û koçberên Sûrî jî bûne qubanî.

 

S. B