Pakistanê dest danî ser keştiyeke Îranê
Hikûmeta Pakistanê li ser daxwaza Amerîkayê, dest danî ser keştiyeke petrolê ya Îranê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Pakistanê li ser daxwaza Amerîkayê, dest danî ser keştiyeke petrolê ya Îranê.
Li gor agahiyên ajansa nûçeyan a Faris, Rehman Melîk, Serokê Lijneya Navxwe ya Encûmena Pîran a Pakistanê ragihandiye: “Me hişyarî daye li ser veguhestina petrola Îranê bo Pakistanê, ji ber ku ev mijareke navdewletî ye û dibe sedema zexta li ser Pakistanê.”
Rehman Melîk diyar kiriye: “Veguhestina petrola Îranê bo Pakistanê, li dijî wan cezayan e ku bi ser Îranê de hatine sepandin.”
Melîk eşkere kiriye ku li ser daxwaza rêxistineke çavdêriyê ya Amerîkayê dest danîne ser keştiya Îranê û rêxistinê ji Pakistanê xwestiye ku derbarê vê mijarê de lêpirsîna yasayî pêk bînin.
Herwiha li gor nûçeyeke Russia Today, hikûmeta Îranê derbarê vê mijarê de hêj helwesta xwe nîşan nedaye.
Îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vekişîna ji rêkeftina atomî ya Îranê, kirîna petrola Îranê li cîhanê qedexe kiriye û gefê li cîhanê dixwe ku petrola Îranê nekirin.
Î.A