Li Tirkiyê 16 kes ji ber koronayê mirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 829 kesan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 829 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1172 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 239 hezar û 622 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1082 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 222 hezar û 656 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Rêjeya zatûre li seranserê Tirkiyê daket. Em di hejmara pişkinînên rojane de gihiştin 64 hezaran. Hejmara herî zêde nêzîkî 58 hezar bû. Rêjeya tijîbûna nexweşxaneyên me jî ji ber ku hejmara nexweşên nû û yên başbûyî nêzîkî hev in, guhertinek tine. Encamên baş bi tedbîrên tund ve girêdayî ne.”
Î.A