24 Kurd di teqîna Bêrûdê de birîndar bûn

Di teqîna Bêrûdê de hejmarek ji Kurdan birîndar bûn û li gor zanyariyên Partiya Rizgarî ya Kurdî li Libnanê, 24 kes birîndar bûne û rewşa tendirustiya birîndarekî giran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di teqîna Bêrûdê de hejmarek ji Kurdan birîndar bûn û li gor zanyariyên Partiya Rizgarî ya Kurdî li Libnanê, 24 kes birîndar bûne û rewşa tendirustiya birîndarekî giran e.

Tîmeke K24ê li Berûdê ye û rûmala karvedanên teqîna li bendera Bêrûdê dike ku di encamê de zêdetir ji 150 kesî canê xwe ji dest dane û nêzîkî 5 hezar kesan birîndar bûn.

Nûnerê Partiya Rizgarî ya Kurdî li Bêrûdê Îbrahîm Ferho li cihê teqînê ji K24ê re axivî û da zanîn, di encama teqînê de û li gorî zanyariyan wan, 24 Kurd (piraniya wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne) birîndar bûn û rewşa tendirustiya birîndarekî jî giran e.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan li Bêrûdê ye, Îbrahîm Ferho di wê derbarê de got: Bi hatina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re, serê me gelekî bilind bû ku hatiye alîkariyan pêşkêşî gelê Libnanê dike. 

 

S. B