Parêzgarê Bêrûdê bo K24: Her kesê qebareya karesatê dît giriya

Parêzgarê Bêrûdê li cihê teqîna Bêrûdê ji K24ê re ragihand, ew piştevaniyê li çaksazî û daxwazên xwepêşanderan dikin, lê divê xwepêşandan bi awayekî şaristanî bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Bêrûdê li cihê teqîna Bêrûdê ji K24ê re ragihand, ew piştevaniyê li çaksazî û daxwazên xwepêşanderan dikin, lê divê xwepêşandan bi awayekî şaristanî bin.

Parêzgarê Bêrûdê Merwan Ebûd li cihê teqînê ji K24ê re axivî û got: Dema tu welatê xwe dibînî ku wêran dibe, ew hesteke gelekî nexweş e. Her kesê qebareya karesatê dît, giriya.

Parêzgarê Bêrûdê spasiya welatên ku alîkarî bi Libnanê re kirine kir û got: Em spasî hemû welatên alîkarî bi me re kirine dikin, di nava wan de Iraq û welatên Ereban.

Derbarê xwepêşandanan de, Parêzgarê Libnanê got, ew piştevaniyê li çaksazî û daxwazên xwepêşanderan dikin, lê divê bi awayekî şaristanî bên kirin.

Duhî xwepêşanderan êrîşî ser çend wezaret û saziyên hikûmetê kirin û di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket, di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û 177 xwepêşander birîndar bûn.

 

 

S. B