Kurdên li Stenbolê berê xwe didin nanê tenûrê

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19), êdî welatiyên Kurd ên li Tirkiyê nanê xwe, an li malê dipêjin, an jî ji tenûrên Kurdan dikirin. Bi taybetî jî welatiyên Kurd, li gelek navçeyên Stenbolê weke çêjeke kevneşopî, herî zêde nanê tenûrê hildibijêrin, loma her ku diçe li metropolên Tirkiyê firinên ku nanê tenûrê dipêjin, zêdetir dibin

K24 – Stenbol

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19), êdî welatiyên Kurd ên li Tirkiyê nanê xwe, an li malê dipêjin, an jî ji tenûrên Kurdan dikirin. Bi taybetî jî welatiyên Kurd, li gelek navçeyên Stenbolê weke çêjeke kevneşopî, herî zêde nanê tenûrê hildibijêrin, loma her ku diçe li metropolên Tirkiyê firinên ku nanê tenûrê dipêjin, zêdetir dibin.

Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, Yaşar Runa ku bi eslê xwe ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê ye, li gel malbata xwe nanê tenûrê çêdike. Yaşar Runa dibêje; ji ber ku nanê tenûrê sirûştî û bi sihet e, piraniya welatiyên Kurd vî nanî tercîh dikin.

Yaşar Runa ji K24ê re diyar kir: “Ev nan sirûştî ye, têde made tine ye, bi mayaya xwe tê çêkirin, li ber çavan tê çêkirin, weke nanê firinê nîne, nanê firinê her tişt têde heye, ev sirûştî ye, nanê genim e, em vî nanî dişînin derveyî welat jî. Berî vîrûsa koronayê, me du hezar – du hezar û pêncsed nan difirot, niha kar hinek kêm bûye, Stenbol vala bûye, her kes çûye. Niha em hezar – hezar û pêncsed nan derdixin, me vê sibehê sed heb şandine Almanyayê.”

Hevjîna Yaşar Runa jî dibêje; ew awayê çêkirina vî nanî, li Wanê ji mezinên xwe fêr bûye û li vê derê ev pîşe ji bo wan bûye rêya debarê. Tevrûze Runa derbarê hûrgiliyên nanê xwe de amaje dike; ew hevîrê xwe bi ava çemidî disurîne, loma tam û çêja wê gelek ciyawaz û xweştir e.

Tevrûze Runa ji K24ê re diyar kir; dikana wan li ber çavan e, her kes dibîne, paqij e û ew her êvarê dikana xwe paqij dikin.

Nanê tenûrê ku li Kurdistanê yek ji wan tam û çêjên sereke yê ser sifran bû, niha li bajarên mezin ên Tirkiyê jî, dîsa bi destên Kurdan di nava firinan de derdikeve pêşberî welatiyan. Herwiha bi rêya tenûran, ev tama kevneşopî, bo Kurdên li van metropolan tê çêkirin û carinan heta bo welatên biyanî jî têne şandin.