Li Tirkiyê 1182 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 844 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 9ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1182 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 240 hezar û 804 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1103 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 223 hezar û 759 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara pişkinînên me, ji duh ku di vê dema belavbûna koronayê de herî zêde hatibû kirin, hinek kêm e. Li Dîlokê, ango ji bajarên me yên ku di van demên dawî de hejmara pêketiyan gelek zêde bû, di nava vê hefteya dawî de, hejmara pêketiya %10 kêm bûye. Li 25 bajarên me, van du rojên dawî, nexweşê me yê entube tine ye.”

 

Î.A