Karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bû armanca bombeyekê
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand; karwaneke sivîl ku pêwîstiyên Hevpeymaniya Navdewletî vediguheste sînorê parêzgeha Zîqar, bû armanca bombeyekê.

K24 – Hewlêr
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand; karwaneke sivîl ku pêwîstiyên Hevpeymaniya Navdewletî vediguheste sînorê parêzgeha Zîqar, bû armanca bombeyekê.
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir; îro yekşemê bombeyeke vedayî bi karwaneke sivîl de teqiya, ku alav û pêwîstî bo Hevpeymaniya Navdewletî vediguhestin parêzgeha Zîqarê.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di rûdanê de zirareke biçûk gihiştiye otomobîlekê.
Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî çend caran rûdanên bi vî rengî qewimîn û karwanên ku alav û pêwîstî bo Hevpeymaniya Navdewletî vediguhestin, li hin deverên Iraqê rûbirûyî êrîş û teqînan bûn.
Î.A