Serokwezîrê Lubnanê dest ji kar kişand

Serokwezîrê Lubnanê Hesen Diyab îro gotarek arasteyî gelê Lubnanê kir û tê de dest ji kar kişand û bi wî awayî hikûmeta wî welatî jî hat hilweşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Lubnanê Hesen Diyab îro gotarek arasteyî gelê Lubnanê kir û tê de dest ji kar kişand û hikûmeta xwe jî hat hilweşand.

Serokwezîrê Lubnanê di gotara xwe de ragihand, teqîna Bêrûdê ji encama gendeliya berfireh bû û got: “Gendelî ji dewletê mezintir e û em nikarin xwe jê rizgar bikin û yek ji nimûneyên wê gendeliyê, teqîna Bêrûdê ye”.

Roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî û di encama wê teqînê de 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 5 hezar kes jî birîndar bûn.

Piştî teqîna mezin a li Bendera Bêrûdê, xelkê Lubnanê dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaz ji hikûmetê kirin ku dest ji kar berde.

Pêştir jî Wezîrê Darayî Xazî Weznî, Wezîra Dadê Marî Kilawd Necm, Wezîrê Jîngehê Dîmyanos Qetar û Wezîra Ragihandinê Menal Ebdusemed dest ji kar kişandibûn.

 

S. B