Îmarat û Îsraîlê rêkeftineke aştiyê îmze kirin

Bi çavdêriya Amerîkayê, welatên Îmarat û Îsraîlê ji bo asayîkirina peywendiyên xwe, gihiştin "rêkeftineke dîrokî".

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi çavdêriya Amerîkayê, welatên Îmarat û Îsraîlê ji bo asayîkirina peywendiyên xwe, gihiştin "rêkeftineke dîrokî".

Îro pêncşemê di daxuyaniyeke hevbeş a Amerîka, Îmarat û Îsraîlê de hatiye ragihandin; Donald Trump, Serokê Amerîkayê, Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê û Mihemed bin Zayîd Al Nihyan, Cînişînê Ebû Zebî, îro bi hev re axivîne û li ser asayîkirina temamê peywendiyên navbera Îsraîl û dewleta Îmaratê, li hev kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Ev rêkeftin destkefteke dîplomasî ya dîrokî ye û dê bibe mayeya çespandina aştiyê li Rojhilata Navîn û belge ye li ser serkeftina dîplomasiya wêrek û bi dîtina her sê serkirde û bi wêrekiya Îmarat û Îsraîlê rijdbûna wan a li ser nexşekirina rêreweke nû, ku li herêmê rê dide azadî û derxistina şiyanên mezin.”

Herwiha hatiye destnîşankirin; her sê welat rûbirûyî çendîn mijarên hevbeş dibin û ji vê destkeftê sûdê werdigrin.

Ajansa Reuters jî ji hinek rayedarên Koşka Spî veguhestiye ku di peywendiyeke telefonî de di navbera Trump, Netanyahu û Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nihyan de rêkeftina aştiyê hatiye îmzekirin.

Herwiha hat eşkerekirin; di çarçoveya rêkeftinê de Îsraîl razî bûye ku sepandina serweriya xwe bi ser hinek navçeyên qeraxa rojava ya Filistînê de, bide sekinandin.

 

Î.A