Li Tirkiyê 1256 kes bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 955 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 955 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1256  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 248 hezar û 117 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 992 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 229 hezar û 972 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di van 45 rojên dawî de em gihiştin hejmara herî zêde ya nexweşên nû. Hejmara nexweşên me yên giran ku ji bo me nîşaneya metirsiyê ye, piranî bi kesên ku di bin xetereyê de ne û bi nexweşiyê dikevin, zêde dibe. Hejmara nû ya nexweşan, hejmara nexweşên nû û mirinan, em bi hev re kêm bikin.”

 

Î.A