Li Tirkiyê 22 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 996 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 996 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1233 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 250 hezar û 542 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1002 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 231 hezar û 971 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji 11ê Adarê ve, heta niha hejmara nexweşên me yên ku bi vîrûsê ketine, ji 250 hezarî derbas kir. Hejmara nexweşên me yên potansiyela wan a belavkirina nexweşiyê heye û hatine îzolekirin, 12 hezar û 575 kes in. Beşeke mezin a nexweşên nû, dikarin zû baş bibin. Lê belavbûn, hejmara nexweşên giran ku tedawiya wan zehmet e, zêde dike.”
Î.A