Erdogan: Ti hêzeke mêtinger nikare me ji netf û gaza deryaya Naverast bêpar bike
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, “Ti hêzeke mêtinger nikare welatê me ji jêderên netf û gaza xwezayî ya deryaya Naverast bêpar bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, “Ti hêzeke mêtinger nikare welatê me ji jêderên netf û gaza xwezayî ya deryaya Naverast bêpar bike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di Merasima Vekirinê ya Fabrîqeya Teknolojiyên Tavê ya Kalyonê da axivî û derbarê geşedanên li Rojhilatê Behra Spî diqewimin de got: Têkoşîna ku Tirkiye ji rojhilatê derya Naverast heya Lîbyayê di eniyên cuda de dike, ne tenê têkoşîna mafdariyê ye, têkoşîneke pêşerojê ye.
Erdogan diyar kir: Li rojhilatê derya Naverast ti hêzeke mêtinger nikare welatê me ji çavkaniyên neft û xaza siruştî ya dewlemend, bêpar bihêle.
Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, Tirkiye bi berdewamî li deryaya Naverast li jêderên neft û gaza xwezayî digere, ev yek jî karvedana welatên li kenara deryayê li pişt xwe tîne û Tirkiyê bi destdirêjîkirina li ser avên xwe tometbar dikin.
Di wê çarçoveyê de, Misr û Yunanistan li ser wê yekê rêkeftin ku sînorê ava welatên li kenara rojhilata deryaya Naverast diyar bikin, lê Tirkiye wê yekê red dike û dibêje ew pabendî ti rêkeftineke ji wê cureyê nabe.
S. B