Li Tirkiyê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 23 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 303 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 6 hezar û 39 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 253 hezar û 108 kes bi Koronayê ketine û hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî gihişt 233 hezar û 915 kesan.
Koca got: Di pêdekirina dermanan de ti kêmasiya me tune. 4 fîrmeyan dest bi berhemanîna dermanên antîvîral a xwemalî kirine. Em di pergala dermankirina li malê de derbasî sepaneke nû dibin. Hekîmên me dê bi saya pergala 'Teletîp'ê dê raste rast peywendiyê bi nexweşên xwe re deynin."
Koca bal kişand ser rênimayên Covîd-19ê û got, "Li seranserê Tirkiyeyê derbarê kesên 65 salî û mezintir astengkirinek tune ye. Ev biryar ji wîlayetan re hat berdan."
S. B