WHO: Divê zarok jî maskan bi kar bînin

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; zarokên 12 salî û berjor, divê weke mezinan maskê bi kar bînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; zarokên 12 salî û berjor, divê weke mezinan maskê bi kar bînin.

Vîrûsa koronayê (Covid-19) li hemû cîhanê bandora xwe zêde dike. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) jî derbarê zarokan de daxuyaniyek da.

WHO hişyar kir; zarokên 12 salî û berjor, ji bo alîkariya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê, divê weke mezinan maskê bi kar bînin.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) herwiha eşkere kir ku zarokên ji 5 salî biçûktir bi awayekî giştî hewce nake maskê bi kar bînin, lê belê pêşniyar dike ku zarokên ji 5 salî biçûktir li cihên pêwîst dikarin maskan bi kar bînin.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Covid-19ê gihiştiye 23 milyon û 283 hezar û 451 kesan. Heta niha 806 hezar û 232 kes mirine û 15 milyon û 824 hezar û 412 kes jî ji vê vîrûsê rizgar bûne.

 

Î.A