Hejmara qurbaniyên lehiya Gîresun gihîşt 7 kesan
Hejmara kesên ku li parêzgeha Gîresun ya Tirkiyê ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane, gihîşt 7 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan: Hejmara kesên ku li parêzgeha Gîresun ya Tirkiyê ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane, gihîşt 7 kesan.
Pêr li parêzgeha Gîresun ya Tirkiyê ji ber barana xurt, lehî rabû û li hinek cihan jî erd şimitî.
Destpêkê hatibû gotin ku 4 kes ji ber lehiyê mirine û gelek kes jî wenda ne. Lê gorî agahiyên dawî, hejmara miriyan gihîştiye 7 kesan û 9 kes jî winda ne. Di nav mirî û windahiyan de karmendên hêzên asayişê jî hene.
Hat zanîn, ew karmendên asayişê çûbûn hawara mexdûrên lehiyê, lê otomobîla wan şimitîbû û ketibû nav çêm.
Ji encama lehiyê elektirîk li hin navçeyan hatibû birîn, lê Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir, elektirîk hat vegerandin, lê ziyaneke mezin gihîştiye jêrxaneya navçeyê.