Li Tirkiyê ji ber koronayê 18 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 139 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 139 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1443  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 259 hezar û 692 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 743 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 237 hezar û 908 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro nêzîkî 96 hezar pişkinîn hatin encamdan û 1443 nexweşên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran nêzîkî 800 kesan e. Karmendên me yên tendirustiyê bi hemû şiyana xwe hewl didin ku nexweşan baş bikin. Tiştê ku hejmara nexweşên me kêm bike, tedbîr in. Herî dawî vîrûs dê têk biçe.”  

 

Î.A