Li Tirkiyê 1502 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 163 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 163 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 25ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1502  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 261 hezar û 194 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 887 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 238 hezar û 795 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Bi giştî hejmara pişkinînên me, 6 milyon û nîv derbas kir. Ji 1500 kesî zêdetir, nexweşên me yên nû hene. Armanca herî girîng a têkoşîna me, kêmkirina hejmara nexweşên nû ye. Ji bo pêkanîna vê armancê, pabendbûna bi tedbîran merc e. Herî dawî vîrûs dê têk biçe.”

 

Î.A