Erdogan: Tirkiye dê li her sê deryayan mafê xwe bistîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, Tirkiye dê li deryaya Naverast, li deryaya Ege û li Deryaya Reş jî mafê xwe bistîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, Tirkiye dê li deryaya Naverast, li deryaya Ege û li Deryaya Reş jî mafê xwe bistîne.

Erdogan li Qada Parka Neteweyî ya Milazgirê di bernameya salvegera 949emîn ya Serkeftina Milazgirê de axivî û ragihand, çawa ku çavê wan ne li ax, desthilatdarî û berjewendiya kesî ye, ew jî ti carî rê nadin ti kesî xak û serweriya wan binpê bikin.

Herwiha got: Yên dixwazin li dijî Tirkiyeyê tevbigerin wê nikaribin vê derfetê bi dest bixin, ev daxwaza wan dê di dilê wan da bimîne.

Erdogan got: Tirkiye dê li deryaya Spî, li Egeyê û li deryaya Reş jî, mafê xwe bistîne.

Erdogan hişyarî da û got: Em ji hevtayên xwe (li deryaya Naverat) daxwaz dikin ti gavên şaş navêjin, ji ber ku ew gavên şaş dê bibe sedema nemana wan.

Tirkiye li deryaya Naverast li jêderên enerjiyê digere û li wê derê du navçeyên qedexekirî ragihandiye, ji ber wê jî, di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de aloziyek mezin derketiye û Yûnanistan dibêje, Tirkiye sînorê wê yê deryayî binpê kiriye.

  

S. B