Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 183 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 183 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 26ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1313  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 262 hezar û 507 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1002 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 239 hezar û 797 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro me zêdetirî 100 hezar test pêk anîn. Di encama van pişkinînan de 1313 nexweşên me yên nû derketin. Em neçar man ku li hin bajarên me tedbîrên taybet bisepînin. Eger em bi hev re pabendî tedbîran bibin, em dikarin bi ser bikevin. Herî dawî dê vîrûs têk biçe.”  

 

Î.A