Li Tirkiyê 1491 kesên din jî bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 209 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 209 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1491  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 263 hezar û 998 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 995 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 240 hezar û 792 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Di van demên dawî de hejmara nexweşên me yên baş bûne, ji hejmara nexweşên me yên nû kêmtir e. Rêya kontrolkirina hejmara nexweşên me yên aktîv, kêmkirina hejmara nexweşên nû ye. Ji bo îro, rêya herî baş a kêmkirina hejmara nexweşên aktîv, tedbîr e. Herî dawî vîrûs dê têk biçe.”

 

Î.A