Li Tirkiyê mirina ji ber koronayê zêde dibe: 36 mirî

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 245 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 245 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1517  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 265 hezar û 515 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1017 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 241 hezar û 809 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro 1517 nexweşên me yên nû hene. Hejmara kesên baş bûne zêdetirî 1000 kesî ye. Hejmara nexweşên me yên aktîv û hejmara nexweşên me yên giran zêde dibin. Îro me 36 canên din jî ji dest dan. Ya ku dê hejmara nexweşan û mirinan kêm bike, pabendbûna bi tedbîran e.”

 

Î.A