Yûnanistan daxwaza cizakirina Tirkiyeyê dike
Li Rojhilatê Behra Spî rageşî û krîza di navbera Tirkîye û Yûnanistanê da tevî hemû bangên navdewletî jî berdewam dike.
K24 – Enqere
Li Rojhilatê Behra Spî rageşî û krîza di navbera Tirkîye û Yûnanistanê da tevî hemû bangên navdewletî jî berdewam dike. Serokwezîra Almanyayê Merkel li ser kêşeya di navbera Enqere û Atînayê da dibêje, "divê endamên Yekîtîya Ewropayê piştgirîyê bidin Atînayê û ew naxwazin ev krîz gurtir bibe." Li gorî pisporên Tirkîyeyê, Enqere li Rojhilatê Behra Spî destkeftîyên xwe diparêze û her wiha wê krîza heyî jî derbasî qonaxa şerî nebe û wê NATO û Yekîtî midaxele lê bike.
Li Rojhilatê Behra Spî rageşî û krîza di navbera Tirkîye û Yûnanistanê da her diçe gurtir dibe. Lewra li gel hemû bangên navdewletî yên diyalog û mizakereyê, li Rojhilatê Behra Spî tetbîqatên leşkerî yên her du welatan didomin. Her wiha Tirkîye 2 Navteksên nû ragihand, li beramberê vê Yûnanistan jî ji Yekîtîya Ewropayê daxwaza gemaroyan li dijî Tirkîyeyê kir. Tirkîye jî bi tundî li dijî peymana deryayî ya Yûnanistan û Misrê derdikeve û radigihîne ku hemû kar û xebatên wan ên li deryaya naverast di çarçoveya hiqûqa navdewletî da pêk tê.
Li gorî seramîralê Tirk ê teqawid û pisporê sazîyê ANKAyê Deniz Kutluk, li Rojhilatê Behra Spî di navbera alîyan da şer û nakokîya berjewendîyan heye û Tirkîye bi serê xwe bimîne jî divê politikaya xwe ya heyî bidomîne.
Deniz Kutluk ji K24ê re got: "Di mijarên berjewendîyên neteweyî da piştgirîyên navdewletî zêde girîng nîn in. Ji loma jî Tirkîye bi serê xwe bimîne jî divê polîtîkaya xwe ya heyî bidomîne. Divê Tirkîye destkeftîyên xwe yên li "welatê şîn" biparêze. Niha Yûnanistan û Fransa li dijî Tirkîyeyê derdikevin. Lê belê bi giştî di nav Yekîtîya Ewropayê da hemahengîyekê tune ye."
Li alîyê din Merkel li ser kêşeya Rojhilatê Behra Spî axivî û got, divê welatên endamên Yekîtîya Ewropayê piştgirîyê bidin Atînayê. Daxuyanîyên Merkel li Enqereyê ji nêz ve hate şopandin. Li gorî pisporê têkilîyên navneteweyî Îlhan Uzgel, Yekîtîya Ewropayê wê li dijî Tirkîyeyê gemaroyan nesepîne û daxuyanîyên Merkel jî tiştekî suprîz nîne.
Dr.Îlhan Uzgel dibêje: "Daxuyanîyên Merkel surpzî nîne. Lewra Ewropa dixwaze di navbera xwe da hemahengî û yekîtîyekê ava bike. Lê ez bawer nakim Ewropa li dijî Tirkîyeyê gemaroyan bisepîne. Lewra Tirkiye bo Ewropayê welatekî girîng e û naxwazin peywendîyên bazirganîyê têk biçin. Xuya ye wê wek rageşîyekê dîplomatîk dewam bike û wê kêşe di nav NATOyê da bimîne."
Almanyaya ku serokê vê heyamê ya Yekîtîya Ewropayê ye, hewl dide di navbera Enqere û Atînayê da navbeynkarîyê bike. Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, li Atînayê û li Enqereyê bi rayedarên her du welatan ra civîyabû. Li gorî pisporan krîza heyî wê di nava sîstema NATOyê da bimîne û wê derbasî qonaxa şerî nebe