HDP banga aştiyê li PKK û Tirkiyê dike
HDP, bo çareseriya pirsa Kurdî, bi daxuyaniyekê bang li desthilata Tirkiyê û aliyên Kurdî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
HDP ji bo çareseriya pirsa Kurdî, bi daxuyaniyekê bang li desthilata Tirkiyê û aliyên Kurdî dike.
Rêveberiya HDPê da xuyakirin, qonaxa dawiyê ya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” ku 1'ê Hezîranê destpê kiribûn, sibe bi dawî dibe.
Da zanîn, ewê bo çareseriya pirsa Kurdî li Parlamena Tirkiyê civînekê lidar bixin û bang li desthilat û dijbereya Tirkiyê û aliyên Kurd bikin.
HDP dide xuyakirin, bi mebesta Roja Cîhanî ya Aştiyê ku 1'ê Îlonê ye, li Diyarbekir, Stenbol, Enqere û Wan û hin bajarên din ewê zîncîreyên mirovan dirust bikin û bi vê jî peyameke bihêz ya aştiyê bidin.
S. B