Li Tirkiyê 42 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 42 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 482 kesên din jî bi koronayê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 42 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 482 kesên din jî bi Koronayê ketin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên bûrî ya vîrûsa Koronayê ragihandin. Koca aşkere kir 42 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 482 kes bi Koronayê ketin.

Bi vî awayî heya niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 6 hezar û 326 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 268 hezar û 546 kes bi Koronayê ketine.

Koca diyar kir jî, hezar û 27 pêketiyên din ên Koronayê jî baş bûn û hejmara tevahiya başbûyan gihîştiye 243 hezar û 839 kesan.

 

S. B