Aloziya di navbera Tirkiye û Yunanê de gur dibe
Serokomarê Tirkiyê jî rexne li hin welatên Ewropa digre ku yên sedsal berê xwestin welatê wan dagîr bikin, niha jî bi dorpêçan gef lê dixwin û dixwazin bêpar bihêlin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Aloziya navbera Tirkiye û Yunanê bi hewl û daxuyaniyên aliyan zêdetir dibe. Wezîrê Enerjiya Yunanistanê dibejê Tirkiye wek xeyalên dema Osmaniyan tevdigere. Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî dide xuyakirin, eger Yuna sînorê Deryayî derxe 12 mîlan, ewê bibe sedemê şer. Serokomarê Tirkiyê jî rexne li hin welatên Ewropa digre ku yên sedsal berê xwestin welatê wan dagîr bikin, niha jî bi dorpêçan gef lê dixwin û dixwazin bêpar bihêlin.
Aloziya navbera Tirkiye û Yunanê kêm nabe û bi daxuyaniya aliyan her diçe zêdetir dibe. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê balê dikşîne li ser biryara Yunanê ku sînorê Deryayî derdixe 12 mîlan û dibêje, Parlamena Tirkiyê 25 sal berê biryar daye ku eger Yunan gavek weha bavêje, dê bibe sedemê şerê Tirkiye û Yunanistanê.
Serokomarê Tirkiye jî rexne li welatên Ewropa girt û da xuyakirin, yên sed sal berê xwestin welatê wan dagîr bikin, niha jî dixwazin li deryaya Naverast Tirkiye bêpar bihêlin, hewl didin Peymana Sewr li deryayê cîbicî bikin.
Erdogan got: "Pêngavên mê li Sûriyê heta Lîbya û deryaya Reş heta rojhilatê Derya Naverast, nîşaneyên parastina berjewendiyên me ne. Tirkiye taybet li rojhilatê deryaya Naverast, stûyê xwe hember gef û fişaran xwar nake. Mafên xwe yên di çarçoveya yasayên navnetewî û rêkeftinên dualî dê biparêze."
Wezîrê Enerjiya Yunanê derbarî daxuyaniyên berpirsên Tirkiye de da xuyakirin, gefên şer ên desthilata Tirkiye wek dema Osmaniyan e û rêveberê Tirkiye wek nexweşê derûniyê tevdigere. Li deryaya Naverast û Egeyê manore û rahênanên serbazî yên aliyan berdewam dikin. Yunan hejmareke zêde serbaz şandin girava Meîs ku 2 kîlometre dûrî beravên Tirkiyê ye.
Wezareta Bergiriya Tirkiyeyê da xuyakirin, firokeyên şer F16 yên Tirkiyê li navçeyê firînên xwe berdewam dikin û nahêlin firokeyên Yunanê nêzîkî navçeyê bibin.
S. B