Parlamenter Bariş Atay li Stenbolê rastî êrîşê hat

Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê Bariş Atay li Stenbolê rastî êrîşekê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê Bariş Atay li Stenbolê rastî êrîşekê hat.

Parlamenterê Hatayê Bariş Atay ku ji lîsteya HDPê hatibû hilbijartin û pişt re derbasî Partiya Karkerên Tirkiyeyê bûbû, li Stenbolê rastî êrişê pênc kesan hat.

Li gor agahiyan, piştî êrişa nijadperestên Tirkiyeyê, Atay birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û eger heye parsuyên wî hatine şikandin.

HDP li ser êrişê da xuyakirin, Wezîrê Navxwe Silêman Soylu berpirsê êrişê ye ku duh gef li Atay xwaribû.