Netanyahu: Peywendiyên me yên nepenî bi gelek welatên Îslamî re hene
Serokwezîrê Îsraîlê eşkere dike ku peywendiyên Îsraîlê bi awayekî nepenî bi gelek welatên Îslamî û Erebî re hene
K24 – Hewlêr
Serokwezîrê Îsraîlê eşkere dike ku peywendiyên Îsraîlê bi awayekî nepenî bi gelek welatên Îslamî û Erebî re hene û gotûbêjên wan li dûrî kamera û medyayan berdewam in.
Hewldanên îdareya Donald Trump, Serokê Amerîkayê bo asayîkirina peywendiyên Îsraîlê û welatên din ên Erebî didomin û her yek ji Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî û Şêwirmendê Donald Trump li Tel Avîvê ne û biryar e îro ligel şandeke bilind Îsraîlê biçin Ebû Zebî.
Duh Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê li ser vê mijarê got: “Di dîrokê de cara ewil balafireke Îsraîlê ku tê de şandeke bilind a Îsraîlî û Amerîkî hebû, ji Tel Avîvê digihîje Ebû Zebî paytexta Îmaratê. Duh jî Îmarat bi fermî boykota li ser Îsraîlê betal kir. Di demeke nêz de emê bibînin ku ev rêkeftin dê pêşketineke çawa bîne holê. Gelek gotûbêjên me yên din ên nepenî ligel serkirdeyên welatên Erebî û Misilman hene, ku bi rastî dixwazin li Îsraîlê mikur werin û peywendiyên welatê xwe yên ligel dewleta Îsraîlê asayî bikin.”
Jared Kushner, Şêwirmendê Serokê Amerîkayê û Berpirsê Dosyeya Rojhilata Navîn ê li îdareya Trump jî behsa wê yekê kir ku amadekarî hatine kirin û di rojên dahatû de çend welatên din ên Erebî dê peywendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî bikin.
Kushner diyar kir: “Di dawiyê de, di 13ê Tebaxê de, ne ku di dawiyê de, em dikarin bibêjin welatê dawîn, çimkî hêj gelek welatên din ên Erebî û Îslamî hene ku dixwazin peywendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî bikin.”
Herwiha behsa rêkeftina 13ê vê mehê ya Serokê Amerîkayê, Serokwezîrê Îsraîlê û Cînişînê Îmaratê kir û ew rêkeftin weke dîrokî bi nav kir û got: “Derfeteke gelek bêhempa ji aliyê aborî û ewlehiyê ve di navbera her du welatên bihêz ên herêmê de derdixe holê. Ew di wê baweriyê de bûn ku ev kar dijwar e, lê niha amadekarî hatine kirin ji bo hatina welatên din jî bo nav vê rêkeftinê.”
Berê sê sal û nîv, bêhêviyek hebû li ser mijara çareserkirina kêşeyên Rojhilata Navîn, lê vê rêkeftina navbera Îsraîl û Îmaratê û amadebûna welatên din ên Misilman û Erebî bo têketina nav rêkeftinê, derfeteke baş derxistiye holê ji bo çareserkirina kêşeyên Rojhilata Navîn. Rayedarên îdareya Amerîkayê jî, ji welatên din daxwaz dikin ku vê derfetê ji dest nedin.
Î.A