Li Tirkiyê ji ber koronayê 44 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 44 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 370 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 44 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 370 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 31ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1587 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 270 hezar û 133 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1087 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 244 hezar û 926 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Em îro gihiştin hejmara herî zêde ya pişkinînên rojane, zêdetirî 110 hezar pişkinîn hatin encamdan. 1587 nexweşên nû hatin tomarkirin. Xemgîniya me ya ji bo kesên canê xwe ji dest dane, gotin jî, hejmar jî nikarin rave bikin. Hêza me têra wê yekê dike ku em tedbîran bigrin û hezkiriyên xwe biparêzin. Hêz di tedbîrê de ye.”

 

Î.A