Tirkiyê ji ber serdana MSDê bo Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan da

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz dike; xwe ji her pêngaveke ku xizmeta aliyên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, dûr bixe, ji wan jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz dike; xwe ji her pêngaveke ku xizmeta aliyên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, dûr bixe, ji wan jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Îro duşemê Wezareta Derve ya Tirkiyê weke bersivek bo serdana şanda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bo paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê daxuyaniyek belav kir û dibêje; Tirkiye hest bi nîgeraniyê dike ji ber pêşwazîkirina MSDê ji aliyê Rûsyayê ve di asteke bilind de.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wê yekê tohmetbar dike ku xelkê deverên di bin desthilatdariya wan de têne çewisandin, rêbazeke cudaxwaziyê dimeşînin û gefê li yekîtiya axa Sûriyê û li welatên cîran û bi taybetî li Tirkiyê dixwin.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku Tirkiye li bendê ye Rûsya li gor giyana danûstandinên Astanayê tevbigere û rê li ber her pêngaveke ku xizmeta ajendaya wan aliyan bike, bigre.

Wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere dike: “Berteka me ya li ser vê mijarê, ji aliyê şanda me ve, ku bi serokatiya Alîkarê Wezîrê me Sedat Onal ve serdana Moskowê dike, dê ji rayedarên Rûsyayê re were veguhestin.”

Îro duşemê 31ê Tebaxa 2020an Meclisa Sûriya Demokratîk  (MSD) û Partiya Îradeya Gel  têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyê li paytexta Rûsyayê Moskowê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.

Herwiha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Îradeya Gel bi serokatiya Qedrî Cemîl ligel Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiyan.

Li gor medyaya Partiya Îradeya Gel, her du aliyan yadaştnameya ku bi hev re îmze kirine nîşanî wezareta Derve ya Rûsyayê dane.

 

Î.A